Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Artêşa Îraqê Dibêje Helîkoptereke Wê Ketiye


Artêşa Îraqê îro Pêncşemê ragihand ku helîkoptereke di operasyoneke li başûrê welêt de ketiye xwarê û 5 kesên têde canên xwe ji dest dane.

Helîkopter li Amerli ya 170 kîlometre li bakurê Bexda ya paytext ketiye xwarê.

Ew helîkopter bi êrîşê yan jiber kêşeyên teknîkî ketiye xwarê hîn nehatiye eşkere kirin.

Dewleta Îslamî (DAIŞ) tevî ku di sala 2017’an de hatibû têk birin jî ew rêxistin hin caran li herêmên cuda dijî hêzên hikûmeta Îraqê êrîşan li dar dixe.

Karbidestên Îraqê dibêjin ku wan di mehên dawî de li herêma ku helîkopter ketiye jimareke operasyonan li dar xistine.

XS
SM
MD
LG