Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Kim Jong Un Ferman Da Artêşê ku bo Firandina Muşekan Amade Be


Ajansa fermî ya Koreya Bakur ragihand ku serokê wî welatî Kim Jong Un, derbarê plana êrîşa ser Guamê hatîye agahdar kirin.

Medya dewletê KCNA da zanîn Kim Jong Un gotîye ku ewê biryara êrîşê li gor pêngavên Amerîka bide.

‘’Ger Amerîka dixwaze girjîya li Nîvgirava Kore nermtir bike û rê li ber şerekî mezin bigire, divê vê yekê bi tevgerên xwe nîşan bide’’ Kim Jong-un got.

Pyongyangê hefteya borî dîyar kiribû ku dê çar muşekan ber bi Guamê ve bifirînin.

Ajansa fermî da zanîn ku Kim Jung Un ferman daye artêşê ku bo firandina muşekê amade be.

XS
SM
MD
LG