Artêşa Amerîka îro Duşemê ragihand ku li Somalî êrîşeke esmanî birîye ser rêxistina El-Şebab.
Peywendîyên el-Şebab bi el-Qaydê re hene û êrîşan li dijî hikûmeta Somalî, ku ji alîyê Neteweyên Yekbûyî (NY) ve tê destek kirin, li dar dixîne.
Pentagon’ê derbarê êrîşê ti hûrgilî neda û dîyar kir ku artêş hîn encamên operasyonê vedikole.
Piştî El-Şebab di sala 2011’an de ji Mogadishu ya paytaxta Somalî hat derxistin, piranîya navçe û bajarên ku di bin kontrola wê de bûn, ji dest derketin.
Lê, rêxistina tundrê bi taybetî li başûrê Somalî êrîşên çekdarî û bombeyî didomîne.
El-Şebab hewil dide ku hikûmeta Somalî ji desthilatê gêr bike û li wî welatî qanûnên Îslamê ragihîne.
Meha borî jî Amerîka, li dijî El-Şebab bi drone êrîş li dar xistibû û ragihandibû ku 8 çekdarên wê rêxistinê hatine kuştin
Amerîka li Somalî Êrîşeke Esmanî Bir Ser Çekdarên El-Şebab
