Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Ewrupa Ser Maytekirina Artêşa Zimbabwe Bertekan Nîşan Dide


Tankên Artêşa Zimbabwe li sûkan
Tankên Artêşa Zimbabwe li sûkan

Li Zimbabwe ya başûrê rojhilata Afrîqa, artêşê dest danî ser rêvebirîyê û serokê wî welatî Robert Mugabe û hevjîna wî desteser kir.

Ewrupa ser maytekirina artêşê ya li ser rêvebirîyê bertek nîşan da.

Berdevkê Komîsyona Yekîtîya Ewrupa (YE) Catherine Ray, bang li alîyan kir ku ji kêşeya Zimbabwe re ‘’çareserîreyeke aştîyane’’ bibînin.

Ray da zanîn ku ew bûyerên li Zimbabwe ji nêz ve dişopînin û da zanîn ku divê ji mafên mirovan yên bingehîn re rêz were girtin.

YE, di sala 2002’an de dijî Zimbabwe ambargo ragihandibû. Dijî Zimbabwe, toleyên Amerîka jî hebûn. Mugabe par dîyar kiribû ambargo şaş e û dabû zanîn ku jiber wê ew nikarin mûçeyan tam bidin.

Berdevkê Wezareta Derve ya Fransa Agnes Romatet-Espagne jî dîyar kir ku ew jî bûyerên li Zimbabwe ji nêz ve dişopînin û got ku ew girêdayî mafên rêwa yên gelê Zimbabwe ne.

Wezîrê Derve yê Brîtanya Boris Johnson bang alîyan kir ku ji tundûtûjîyê dûr bisekinin.

XS
SM
MD
LG