Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Zanîngeha Artuklu Dixwaze Enstîtuya Zimanên Zindî Bigire


Rêvebirîya Zanîngeha Artuklu ya li Mêrdînê, bi sedema kêmbûna budçeyê, dixwaze Enstîtuya Zimanên Zindî bigire.

Enstîtu di sala 2010'an de vebû û li wir li ser zimanên Kurdî, Erebî û Suryanî xebatên akademîk tên kirin.

Beşa Mamostetîya Ziman û Wêjeya Kurdî li ser Enstîtuya Edebîyatê ye, lê li Enstîtuya Zimanên Zindî mastir û doktorayên ser zimanê Kurdî tên dayîn.

Enstîtu radigihîne ku heta niha pirtir ji 650 xwendekarên wê mastirên xwe qedandine.

Şerefxan Cizîrî
Şerefxan Cizîrî

Şerefxan Cizîrî ku du salan li wê zanîngehê dersa zimanê Kurdî da, ji Dengê Amerîka re got ku serokê zanîngehê piştî bertekan paşde gav avêtiye û gotin heye ku sê enstîtu bikin yek.

Cizîrî bi bîr dixe ku vekirina beşên zimanê Kurdî li zanîngehan di dema hikûmeta AKP'ê de çêbû û her carê ew li ser vê mijarê pesna xwe didin.

"Ger hun dixwazin bi rêya girtina enstîtuyê jî zimanan hesab bipirsin, ev rêyeke şaş e. Gelek kes ji enstîtuyê feyde dîtin. Jî berpirsan daxwaz ew e ku qiymet bidin zimanê xwe û Kurdî fêr bibin."

KHF_08_15_2019_Artuklu
please wait

No media source currently available

0:00 0:04:20 0:00

XS
SM
MD
LG