Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Asayîşa Silêmanî Daxuyaniyek Ser Êrîşa Dijî Nûçegihana Dengê Amerîka Weşand


Zhiyar Muhammad
Zhiyar Muhammad

Roja Îna borî, endamekî asayişa bajarê Silêmanî êrîş li dij Jiyar Mohamed nûçegihana Dengê Amerîka pêk anî, dema dixwest protestoya li hember mizgefta Beheşt li bajarê Silêmaniyê romal bike.

Îro Duşemê pişka ragihandin û peywendiyên asayişa parêzgeha Silêmaniyê daxuyaniyek liser vê buyerê weşand û daxuyanî wehaye:

" Piştî roja Înê 13.05.2016, bi armanca parastina ewlekariya welatiyan, li hember mizgefta Beheşt li bajarê Silêmanî bi erkê xwe radibûn, di heman demê de alozî di navbera yek ji endamên asayişê û Jiyar Mohamed karmenda Radyoya Dengê Amerîka li Silêmanî peyda bû, raste rast berpirsên asayişê ketin di navbera wan de, li gur yasayê endamê asayişê hat lêpirsînkirin û wî endamî daxwaza lêbûrinê ji nûçegihan Jiyar Mohamed xwas û pirsgirêk bi dawî bû.

Em weke rêvebiriya asayişa Silêmanî zêdebarî daxwaza dûbare lêbûrinkirinê ji radyo, malper û rojnamevanê bi xwe, dîsan hemû aliyan agihdar dikîn ku, erkê asayişê, parastina ser û saman û kerameta welatiyan e, her karekê nejêhatî, ji aliyê endamekî asaiyş bihê kirin, bê lêpirsîna yasayî derbas nabe, derheqa pirsgirêka rûdayî, asayişê komîteke lêkolînê pêk aniye".

Li gel Rêzên Me

XS
SM
MD
LG