Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Wezîrê Berê yê Berevanîya Amerîka Ash Carter Mir


Wezîrê berê yê berevanîyê li Amerîka Ash Carter li nexweşxaneyeke bajarê Boston koça dawî kir.

Malbata Carter îro Sêşemê ragihand ku ew piştî krîzeke dil ya ji nişkeve jîyana xwe ji dest da.

Carter, ji sala 2015'an heta 2017'an, ew wekî wezîrê berevanî ji alîyê Serokê Berê Barack Obama ve hatibû destnîşan kirin.

Di wê demê de, Carter serkêşîya stratejîya Amerîka ya şerê dijî rêxistina terorîst ya DAIŞê dikir.

Wekî wezîrê berevanî yê 25'an, Carter di dema posta xwe de gelek guhertinên mezin li nav rêxistina Pentagonê kir: di dema wî de jibo cara yekê di dîroka leşkerîya Amerîka de hemû postên leşkerî û derfetên kar li ber jinan hatin vekirin. Heta 2016'an jî tenê mêran dikarîbû hinek postên Pentagon wergirin.

Carter yê 68 salî, jina xwe Stephanie û du zarok: Ava û Will, li dû xwe hiştin.

XS
SM
MD
LG