Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Carter: Rizgarkirijna Şedadê Xala Jihev Dabirîna Daişê Ye


Carter - 2

Roja Pênşemê wezîrê derve yê Amerîka Ashton Carter di peyva xwe ya di Kongirêsa Amerîkî de pêşkeş kirî da zanîn ku, hewildanên serkeftî yên rizgarkirina bajarê Şedadê xalek stratîjî û bingehîne jibo jihev dabirîna rêxistina dewleta Îsalamî (DAIŞ)ê.

Carter di bersivdanên pêşwext amadekirî de, li hember komîta Kongirsê de, ragihand ku, dorpêçkirina bajarê Şedadê û kontrol kirina wî, dê demarê serke yê vê rêxistina terorê di navbera bajarê Reqqa û Mosil de, bike du parçe, dê ev rêxstin jihev bihê dabrîn.

Wek tê zanîn heftiya derbasbûyî Hêzên Sûriya Demokratîk(HSD) bi alîkariya êrîşên esmanî yên firokên hevpeymanan, bajarê Şedadê li herêma Cizîrê li Sûriyê hatbû rizgarkirin.

Rizgarkirina Şedadê weke derbeya herî giran bi Daişê ketî dihê nirxandin, hêza sereke ya Hêzên Sûriya Demokratîk(QSD) ji şervanên Kurd YPG, YPJ, Kirstiyan, Tirkmen û Ereban pêk dihê, bi şêweke giştî ji aliyê hêzên Amerîkî de tên piştevanî kirin.

XS
SM
MD
LG