Wezîrê berevaniya Amerîka ser destpêkirina Şerê rizgarkirina Musil daxuyaniyek kurt weşand û got"Îşev serok wezîrê Îraqê Haider al-Abadî ragihand ku, operasiyona Îraqê ya rizxgarkirina Musil ji DAIŞê destpêkir, ev bîstikên yekalîkerin jibo nehiştin û jinavbirina DAIŞê bi yekcarî.
Welatên Yekgirtî yên Amerîka û hevpeymanên din yên navnetewî di amadekariyan de ye piştevaniya hêzên ewlekariya Îraqê û şervanên Pêşmerge bikin, şerekî giran û yekalîker li pêşiya gelê Îraqê ye.
Me bawerî bi hêzbûna hevpeymanên xwe yên Îraqî heye ku ewê dojminê me yê hevpar jinav bibin û ewê Musil û hemî Îraqê ji wehşiyet û neviyanê paqij bikin".