Îro Pençşemê li bajarê Kerbela û li heremên din yen Îraqê, bi mîlyonan Şîa di roja Aşure de li zîyaret û mizgeftan kom bûn ku bi rêya êş û azar kişandinê şîna xwe dîyar bikin.
Girseyen gelek mezin ji tevahîya cîhanê hatin ku bo şîngirtina kuştina Îmam Huseyîn, ku nevîyê Pexember Mihemed e.
Girsêyên sîngiran bi şûran xwe birîn kirin û zilamekî serê ciwanekî bi kêrekî xwûn kir û dilopên ji serê wî dadiketin li ser kirasên xwe yên sipî didan.
Yek ji matemgiran, Heyder Sabah got ku xwîna wan heye ku ew dixwazin pêşkêşî Îmam Huseyîn bikin, lê ew li ber fêdakarîya Huseyîn ne tiştekî girîng e.
“Ger em jîyana jî fêda bikin, ne bes e. Em amade ne ku bo Hûseyîn her tiştên xwe pêşkêş bikin: jîyana xwe, zarokên xwe û malbatên xwe da ku roja qîyametê em ji hêza wî mahrûm nebin.”
Hêjayî gotinê ye ku piranîya Sunnî jî şîna kuştina Îmam Huseyîn digirin, lê ne bi heman awayî xurt ya Şîayan. Aşure, herwiha roja xuyabûna alozîyên di navbera Sunnî û Şîayan de ye ku piştî mirina pexember Mihemed pêk hatiye.
Di demên borî de bi armanca azirandina alozîyên mezhebî, diji girseyên mezin pir caran êrîşên xwekujî pêk hatibûn.
Aşure, roja dehan ya meha Muharramê ye. Li gor bawerîya Îslamê, Îmam Hûseyîn di sala 680’an de, di şer de hatiyê kuştin.
Roja Aşure ji alîyê civakên Şîa yên li Îraq û welatên din yên wek Afganistan, Azerbaycan, Bahreyn, Îran, Lubnan, Pakistan, Erebistana Saudî û Sûrîye ji tê bîranîn.
Di roja yêkê ya meha Muharramê de artêşa Xelîfe Yezîd, Îmam Hûseyîn û şagirtên wî li çolekî li nezî Kerbela dorpêç kiribûn.
Îmam Hûseyîn, piştî ku serwerîya Yezîd qebûl nekiribû, di roja dehan ya şer de hatibû kuştin û serê wî hatibû jêkirin.