Buroya Hiqûqê ya Asrin ragihand ku jibo Serokê Partîya Karkerên Kurdistan (PKK) Abdullah Ocalan qedexeyeke nû ya hevdîtinê hatiye dayîn.
Li gor raihandina buroyê, 6’ê Mijdarê biryar hatiye dayîn ku Ocalan, ku ji 1999’an vir ve li Girtîgeha Îmrali ye, bi ti parêzerî re heta 6 mehan ti hevdîtinê neke.
Parêzerên Ocalan dîyar dikin ser sedema qedexekirina hevdîtinê ti agahî nehatiye dayîn û îtirazên wan yên li Dadgeha Cezaya Giran ya li Bursa hat red kirin.
Parêzer dibêjin ku ewê dijî biryara qedexeyê serî li Dadgeha Qanûna Bingehîn bidin.
Serokê Partîya Tevgera Neteweperwer (MHP) Devlet Bahçelî 22’yê Cotmehê bang li Ocalan kiribû ku li parlamana Tirkîyê banga sekinandina PKK’ê bike.
Banga Bahçelî di rojeva Tirkîyê de deng vedabû û ser peyvajoyeke nû ya aştîyê nîqaş çêbûbûn.
Parlamanterê Partîya Wekhevî û Demokrasî ya Gelan (DEM Partî) Omer Ocalan, ku birazîyê Abdullah Ocalan e, piştî banga Bahçelî ragihandibû ku ew bi serokê PKK’ê re axifîye.
Ocalan bi bîr xistibû ku berî hevdîtina wî herî dawî di 3’yê Adara 2020’an de bi Abdullah Ocalan re hevdîtin çêbûye.
Wî dîyar kiribû ku Ocalan gotiye ku tecrît didome û gotiye ger şert çêbin ew dikare peyvajoyê ji pevçûn û tundûtûjîyê bibe ser zemîna hiqûqî û sîyasî.
Jêder: Ajansa Mezopotamya, VOA, NTV