Ajansa nûçeyan a Sûrî dibêje serokê Sûriyê Beşar Esad rê daye hêzên Îraqî ku li hindirê Sûriyê êrîşî gurûpa Dewleta Îslamî Daişê bike, bêyî ku erêkirinê ji desthilatdarên Dîmeşqê wergirin.
Ragihandina îro Yekşemê pêwendiyên nêzîk ên herdû welatên Îraq û Sûriyê nîşan dide. Daiş di sala 2014ê de xîlafeta xwe li van herdû welatan ragihandibû.
Caran, firokên şer ên Îraqê bingehên Daiş li hindirê Sûriyê bumbebaran dikirin, piştî wergirtina çira kesk ji desthilatdarên Sûrî.
Daiş li Îraqê têkçûye lê hîn hin herêmên biçûk li Sûriyê kontrol dike.
Doh Şemiyê Esad nameyek ji serokwezîrê Îraqê Adil Abdulmehdî wergirtibû ku têde banga hevrêziya herdû welatan kiribû di şerê terorê de.