Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Esad Dibêje Heta ku Tirkîyê ji Sûrîyê Venekişe bi Erdogan re Civîn Çênabe


Serokê Sûrîyê Beşar Esad dibêje ku ewê tenê bi şertê ku Tirkîyê hemî hêzên xwe ji bakurê Sûrîyê bikişîne, bi Serokê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan re hevdîtinê bike.

"Her civînekê ku pêk were piştî ku Tirkîye biryara vekişîna zelal ya bê şert bide, dikare pêk were. Têka reya lidarxistina kombûneke bi Erdogan re ev e,” Esad ji ajansa RIA-Novosti ya dewleta Rûsya re got.

Daxuyanîya Esad rojeke piştî hevdîtina wî ya bi Serokê Rûsî Vladimir Putin tê, ku hewil dide peywendîyê navbera Esad û Erdogan vegerîne asta normal.

Esad roja Sêşemê giheştibû Moskowê û xencî vekişîna hêzên Tirkî ji welatê xwe, herwiha ji Enqerê xwestibû ku nema “piştgirîya terorîzmê” bike ku mebesta wî desteka Tirkîyê ya komên çekdar yên li bakurê Sûrîyê bû.

Berdevkê Kremlînê Dmitry Peskov jî got ku jibo hevdîtineke pêkan ya navbera Esad û Erdogan xebatên wan didomin.

Hevdem, kanala NTV ya Tirk jî radigihîne ku dîplomatên ji Îran, Rûsya, Tirkîye û Sûrîyê wê di vê hefyeyê de li Moskowê bicivin ku bingheha civîneke wezîrên derve amade bikin.

Erdogan û Esad di salên 2000’î de xwedîyê têkîlîyên baş bûn, lê piştî destpêkirina şerê nexweyî yê sala 2011’an Enqerê piştgirî da komên çekdar yên Sûrî ku dixwestin Esad ji desthilatê gêr bikin.

XS
SM
MD
LG