Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serokê Rejîma Sûriyê Beşar Esed li Ebû Dabî Tê Pêşwazî Kirin


Serokê Sûriyê Beşar Al Esed û Serokê Dewleta Îmaratan Şêx Mihemd Bin Raşid
Serokê Sûriyê Beşar Al Esed û Serokê Dewleta Îmaratan Şêx Mihemd Bin Raşid

Ajansa Nûçeyan ya Îmaratê (WAM) ragihand ku Şêx Mihemed Bin Zayed Al Nahyan, Serokê Dewletê, îro Yekşemê li balafirgeha serokatiyê ya Ebû Dabiyê, li pêşiya şanda pêşwazîya Esed bû. Ku ew û xanima wî Esma Esed bi serdanek fermî gihane Ebû Dabî.

Li gorî ajansê, firokeya Serokê Rêjîma Sûriyê dema derbasî qada esmanî ya Îmaratê bûn", firokeyên şer yên Îmaratan li pêşwaziya firoka Esed bûn, weke bixêr hatin ya serdana wî.

Şêx Mihamed Bin Zayid Al Nahyan di peyama xwe ya li ser Twitterê de wiha got: "Ez bi xêrhatina Serok Beşar Esed li Îmaratê dikim. Me gotûbêjên erênî û avaker ji bo piştgirî û pêşxistina peywendiyên biratiyê ji bo berjewendiya her du welat û gelan kir. Bo zêde kirina Hevkarî û hevahengiyê li ser mijarên ku xizmeta tenahî û geşepêdana Sûriyê û herêmê dikin, axftin kirin."

Esed di dema gehiştina Koşka El-Wetan merasîmeke pêşwaziya fermî jê re hat lidarxistin, û siroda niştimanî ya Sûriyê hate lêxistin, di heman demê de 21 gulle top weke rêzgirtina serdanê hatin avêtin, û komeke pasewanên rêzgirtinê hatin rêz kirin ji bo pêşwazîkirina wî û şanda pû re.

Şanda ligel Esed ji "Wezîrê Aborî û Bazirganiya Derve, Wezîrê Karûbarên Serokatiyê, Wezîrê Ragihandinê, Alîkarê Wezîrê Derve û Berpirsê Karûbarên Balyozxaneya Sûriyê li welat" pêk tê.

Ajansa nûçeyan ya rejîmê (SANA) ragihand ku Esed çû Koşka El-Wetan ku bi Serokê Îmaratê re dest bi hevdîtinan bike.
Wê got ku Esma Esed "wê bi dayika Îmaratê re, Şêx Fatima bint Mubarek, Seroka Yekîtiya Giştî ya Jinan, Seroka Desteya Bilind ya Dayik û Zarokan, û Seroka Bilind ya Weqfa Pêşxistina Malbatan re bicive."

Ev serdana Esed ya duyemîne bo welatên Kendavê, piştî erdheja wêranker yaa meha borî bû sedem ku Ereb bigihin hikûmeta wî ya navneteweyî ya ku demeke hatbû dabirîn.

Îmaratan soza alîkarîya zêdetirî 100 milyon dolar dabû ji bo erdheja li Sûrîyê, ku heta niha ev mezintirîn pere ye ku Îmaratan zêdetir ji her welatekî din yê cîhanê pêşkeşî Sûriyê kirî.

Jêder: Twitter/Al Hurra/ Reuters/AFP

XS
SM
MD
LG