Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Medya Rûsî: Moskow Mafê Penaberîyê Daye Esed


Wêneyeke arşîvî ji civîna Esed ligel Serokê Rûsî Beşar el Esed li Moskow, 24'ê Tîrmeha 2024'an.
Wêneyeke arşîvî ji civîna Esed ligel Serokê Rûsî Beşar el Esed li Moskow, 24'ê Tîrmeha 2024'an.

Dezgehên medyaya Rûsî radigihînin ku Serokê Sûrî yê berê Beşar el Esed li paytexta Rûsya Moskow ye, çend demjimêran piştî ku serhildayên opozisyonê roja Yekşemê Şama paytext kontrol kir.

Ajansên Tass û RIA yên Rûsyayê li ser zarê jêderekî ji Kremlinê got ku Esed û malbata xwe mafê penaberîyê li Moskowê wergirtine. Ajansa Associated Press nikare vê nûçeyê piştrast bike.

RIA herwiha got ku Moskow garantî ji serhildayên Sûrî wergirtine derbarê parastina bingehên leşkerî û postên diplomatîk yên Rûsî li Sûrîyê.

Hate ragihand ku Esed sibeha Yekşemê zû ji Sûrîyê derket û bi wê yekê dawî li desthilatdarîya 54 salan ya malbata Esed het. Li kolanên Şamê û seranserê bajarên Sûrîyê, şah û helkeftên kêfxweşîyê heta derengî êvarê lidar ketin.

Jêder: AP

XS
SM
MD
LG