Ajansa nûçeyan ya dewleta Sûrîyê, SANA ragihand ku îro Pencşemê Serokê Sûrîyê Beşar Esad û Serokê Îranê Îbrahîm Reîsî bi telefonê ser rewşa Gazayê nirxandiye.
SANA û bo gelê Filistînê piştgirîya her du welatan dîyar kiriye.
Li gor ragihandina SANA Esad û Reîsî bal kişandine ew li pişt gelê Filîstînê ne, jiber ku dijî wan tawan têne kirin û Filîstînî bo jinûve bidestxistina mafên xwe mafdar in ku berxwedanê bikin.
SANA ji zarê Esad ragihand ku sîyasetên Îsraîl dibe sedema rijandina xwînê ya li herêmê û bang li welatên Ereb û misilman kir ku bo berevanîya gelê Filîstînê bi taybet li Gazayê bixebitin.
Komara Îslamî ya Îranê êrîşa Hamasê ya ser Îsraîlê pîroz kiribû, lê red kirûbû ku Tehran li pişt êrîşê ye.