Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hest û Helwest: Serdana Esad bo Rûsya û Kombûna Sêqolî ya Pêşbîn li dor Sûriyê


Şelal Gedo û Xebat Şakir
Şelal Gedo û Xebat Şakir

Krêmlin îro Sêşemê ragihand ku serokê Sûriyê Beşar Esad li ser daxwaza Mosko serdana Rûsya kir ji bo erêkirina destpêşxeriyê aştiyê ku ji aliyê Rûsya, Îran û Tirkiyê ve hatî pêşkêşkirin.

Mêvandariya serokê Rûsya Vladimir Putin bo Esad li havîngeha Soçî tê berî kombûneka pilankirî di navbera Rûsya, Tirkiyê û Îranê de û her wiha berî gereka nû ya axaftinên Cinêvê.

Du rojan berê, wezîrên derve yên Tirkiyê, Îran û Rûsya li Antalya Tirkiyê li hev kom bûnbûn ji bo amadekirina kombûna Soçî.

Gelo serdana Esad bo Rûsya di vê demê de tê çi wateyê?

Çi amadekarî ji Soçî re dibin û çi cûre çareserî dikare van her sê welatan nêzîkî pirsgirêka Sûriyê bike?

Gelo erêkirina van welatan tenê têra peydakirina çareseriyeka bingehîn û biryarbir dike?

Kurdên Sûriyê pêşbîniya beşdarbûneka çawa dikin û ta kîjan astê ew di proseya siyasî ya siberoja Sûriyê de tên pejirandin?

Bernameya Hest û Helwest bi beşdarbûna du mêvanan ronî dide ser van pirsan:

Şelal Gedo, endamê koalisyona Sûrî ya hêzên opozisyonê ku li Tirkiyê dimîne û Xebat Şakir nûnerê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) li Almanya.

Ji bo guhdarîkirina li bernameyê fayla deng veke

Hest û Helwest 21_11_2017
please wait

No media source currently available

0:00 0:26:47 0:00

XS
SM
MD
LG