Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hest û Helwest: Gefên Rejîma Sûrî yên Ser Herêmên Kurdî


Hêzên rejîma Esad û hevalbendên wan navçeyeke din li parêzgeha Swêda ji nav destê Daişê rizgar kir, piştî şerekî ku çend hefeyan dirêj kir.

Rêjîma Sûrî, bi piştgiriya Rûsya hewil dide ku wan navçeyên başûr û her navçeyeke din li Sûriyê vegerîne bin kontrola xwe.

Rejîm dixwaze Kurd jî herêmên bin destê xwe bispêrin Dîmeşqê û xwe ji Amerîka dûr xin.

Ew hebûna hêzên Amerîka wek dagîrkerî bi nav dike û banga derketina wan dike.

Gelo qonaxa piştî Daişê çi pêşketinan vedihewîne?

Pêşbîniya wê yekê dibe ku rejîma Esad eniyên şer li dijî Kurdan û Hêzên Sûriya Demokrat veke?

Eger hat û rejîmê rasterast berê xwe da Kurdan, pêwîst e Kurd çi bikin?

Derbasbûna hêzên rejîmê bo herêmên Kurdî çi metirsiyan ligel xwe tîne?

Bernameya Hest û Helwest bi beşdarbûna du mêvanan ronî dide ser vê mijarê:

Ezîz Osman, şîrovekarê siyasî li Londonê û Salih Mislim Mihemed, çalakvanê siyasî li Sûriyê mêvanên bernamê ne.

Jibo guhdarîkirina li bernameyê fayla deng vekin

Hest û Helwest
please wait

No media source currently available

0:00 0:30:00 0:00

XS
SM
MD
LG