Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Julian Assange: Ekvator Hewil Dide ku Min Radestî Amerîka Bike


Britain Assange
Britain Assange

Damêzrenerê Wikileaks'ê Julian Assange îro Duşemê got ku Ekvator hewil dide ku dawî li penaberîya wî li Londonê bîne û wî radestî Amerîka bike.

Assange, ew daxuyanî di rûniştina doza parêzerên wî ya li dijî biryarên dawî yên hikûmeta Ekvatorî yên ser penaxwazîya wî da.

Rûniştina doze li paytaxta Ekvatorê Quito hate kirin û Assange jî ji balyozxaneya Ekvator ya li Londonê, bi rêka telekonferansê beşdar bû.

Hikûmeta Ekvatorî di dema dawî de hin guherin li ser rewşa Assange kiribû û parêzên wî ji hember wê yekê doz vekiribûn.

XS
SM
MD
LG