Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hest û Helwest: Avakirina Komîta Nivîsîna Destûreke Nû bo Sûriyê


Kombûneka Berê ya Astana
Kombûneka Berê ya Astana

Peyîvdarê werzareta derve ya Qazaqistanê dibêje hemî aliyên hatî vexwendin bo kombûnên Astana rojên 28 û 29'ê vê mehê, erêkirin e ku beşdar bin.

Kombûna 11 ya Astana wê hewil bide komîtekê damezirîne jibo nivîsandina destûreke nû ji Sûriyê re.

Kombûna Astana ku bi çavdêriya Tirkiyê, Îran û Rûsya dibe, wê şandên opozisyon, rejîm û aliyên serbixwe vehewîne.

Nivîsandina destûreke nû bo Sûriyê cihê nakokiyan e di navbera aliyên siyasî de.

Di demekê de ku opozisyon daxwaze destûreka nû dike, aliyê rêjîmê vê yeke red dike.

Di kombûna Stenbolê ya meha Çirya Pêşîn di navbera Tirkiyê, Rûsya, Almanya û Frensa de jî erêkirinek hebû li dor pêwîstiya nivîsandina destûreke nû.

Rûsya ku hevalbenda sereke ya rêjîma Esed e bi awakî balkêş piştgiriya nivîsandina destûreke nû dike.

Kombûna Astana ya sibe û dusibe dikare çi guhertinê bike?

Gelo bingeh ji avakirina komîta nivîsandina destûkreke nû re heye?

Aliyên Sûrî yên ku di van kombûnan de ne beşdarin çi dibêjin?

Bernameya Hest û Helwest bi beşdarbûna du mêvanan ronî dide ser vê mijarê:

Hewas Xelîl, niwênerê Encûmena Niştimanî ya Kurdî (ENKS) di desteya danûstandinan de ku li Tirkiyê dimîne û Kadar Pîrê, rêvebirê rêxistina Kurd bê Sînor ku li Fransa dimîne.

Ji bo guhdarîkirina li bernameyê fayla deng veke

Hest û Helwest
please wait

No media source currently available

0:00 0:27:34 0:00

XS
SM
MD
LG