Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

NY: Çi Pêşketin di Avakirina Komîta Destûrî ya Sûrî de Nebûn


Şanderê taybet ê Neteweyên Yekgirtî ji bo Sûriyê dibêje aliyên dijber ên Sûrî û gerantorên kombûna Astana negihîştin çi encaman ji bo avakirina komîteke nîvîsandina destûreke nû ji bo Sûriyê û ew têkçûn wek "jidestana derfetekê" bi nav kir.

Staffan de Mistura li Astana paytexta Kazaxistanê bû, cihê ku Rûsya, Tirkiyê û Îranê bo du roja kombûn li dor Sûriyê li darxistin.

Pêşbîn bû ku komît berî dawiya salê bê avakirin.

Pirsgirêk bêhtir li dor 50 endamên ku ji şareza,civaka sivîl, serbixwe, serkirdeyên olan û jinan pêktên bû.

Di kombûna Soçî ya 30 meha Çele ya Îsal de, ji de Mistura hatibû xwestin ku vî 50 endamî binav bike.

Beşdarbûyên Astana ji bo endamtiya komîta destûrî, erêkirine li dor 50 endamên hikûmeta Sûriyê û 50 yên opozisyonê .

De Mistura got ew pilan dike ku meha Berçelle raporta xwe bigihîne Civata Ewlekariya Neteweyên Yelkgirtî berê ku karê xwe bispêre hevkarê xwe yê Nerwîjî Geir Pederson.

XS
SM
MD
LG