Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hest û Helwest: Astana 13 Dê Çi Pêşketinan Pêk Bîne?


Gera 13an a axaftinên Astana li dor Sûriyê biryar e roja 1 û 2ê meha Tebaxê bi rêve biçin û vê carê wê welatên Îraq û Libnan bo yekem car wek çavdêr lê amade bin.

Çavlirê ye ku rewşa Idlibê û bakur û rojhilatê Sûriyê û her wiha çarenûsa penaberan avakirina komîta destûrî di vê gerê de jî mijarên sereke bin.

Rusya, ku dibêje avakirina komîta destûrî wê dergeh be ji bo çareserkirina kirîza Sûriyê, ta niha çi pêşketin qezenc nekirine.

Gelo pêşbîniya çi guhertinê di vê gera axaftinan de tê kirin?

Ta kîjan astê ev ger dikare nakokiyên heyî kêm bike û aliyên dijber nêzîkî hev bike?

Neteweyên Yekgirtî ku ew jî li gel Urdunê wek çavdêr amade ye dikare çi bike?

Bernameya Hest û Helwest bi beşdarbûna du mêvanan ronî dide ser vê mijarê:

Ebdella Geddo, endamê desteya siyasî ya hevpeymaniya opozisyona Sûrî ku li Tirkiyê dimîne û Hisên Omer, şîrovekarê siyasî ku li Belçîka dimîne.

Ji bo guhdarîkirina li bernameyê fayla deng veke

Hest û Helwest 30-7-2019
please wait

No media source currently available

0:00 0:28:41 0:00

XS
SM
MD
LG