Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Danûstandinên bo Aştîya Yemenê Jinûve Destpê Dikin


Karbidestên hikûmeta Yemenê û serhildayên Husî yên bi piştgirîya Îranê sibê Pêncşemê li Swêdê dest bi danûstandinên aştîyê dikin.

Ofîsa Nûnerê Taybet yê Yemenê yê Neteweyên Yekbûyî (NY) ji Twitterê ragihand ku peyvajoya sîyasî ya di navbera her du alîyan de dê di 6’ê Berfanbarê de jinûve destpê bike.

Şaneya Yemenê ya bi 12 kes îro Çarşemê gêhişt Stockholmê. Nûnerên Husî do Sêşêm tevî Grifftihs çûbûn Swêdê.

Her du alîyan herî dawî di sala 2016’an de 106 roj danûstandin kiribûn, lê ti encama erênî ji hevdîtinan derneketibî.

Li ber e ku nûnerên hikûmeta Yemenê û yên Husîyan ser bidawîkirina dorpêça li Taîzê, jinûve vekirina firîngeha li Sana ya paytaxt û guherîna girtîyan, danûstandin bikin.

XS
SM
MD
LG