Hevpeymanîya Ata ya ku di hilbijartinên 14’ê Gulanê de jibo serokomarîyê piştgirî dabû Sînan Ogan jiber nêrînên ji hev cihê hilweşî.
Berbijarê serokomarîyê yê Hevpeymanîya Ata Sînan Ogan, ku hefteya borî bi berbijarê Hevpeymanîya Gel Recep Tayyîp Erdogan re danûstandin kiribû, dê îro Duşemê biryara xwe ragihîne.
Serokê Partîya Zaferê Umît Ozdag, ku rêberîya Hevpeymanîya Ata dikir, dê sibê Sêşemê biryara xwe eşkere bike.
Partîya Edaletê ya di Hevpeymanîya Ata de biryar da ku piştgirî bide berbijarê Hevpeymanîya Netew Kemal Kiliçdaroglu.
Serokê Partîya Edaletê Vecdet Oz ji Halk TV re dîyar kir ku Hevpeymanîya Ata belav bûye û got ku her partî di biryara xwe de serbest e.
‘’Me bi rêzdarî ji hev pirsî ka emê çawa bikin. Jibo biryara Ozdag rêz digirim. Ogan jî deng sitandiye, dilê wî çawa bixwaze wê wisa tevbigere’’
Ozdag ya hefteya borî bi Hevpeymanîya Netew re danûstandin kiribû dê îro Duşemê bi Hevpeymanîya Gel hevdîtinê bike.
Tirkîye dê jibo gera duyê ya hilbijartinan di 28’ê Gulanê de here ser sindoqan.
Jêder: Twitter, Halk TV