Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Peyvdarê Ashton Destpêka Danûstandinên bi Îranê re Avaker Dibîne


Peyvdarek Seroka Rêbaza Derve ya Yêketîya Ewropa Catherine Ashton dibêje gera yêkim ya danûstandinan li navbera Îranê û Şeş hêzên cîhanê li ser programa navokîya Tehranê ya kêşedar avaker bû û zemînek bo danûstandinên paşerojê çêkir.

Piştî roja Şemê her du aliyan yêkim gera kombûna xwe li Îstanbulê bi dawî anîn, Michael Mann roja Şemê got hêzên cîhanê bawer diken Îran rijd bûye serbaret beşdarî di danûstadinek bingehî de.

Ew kombûn dibe yêkim danûstandina li navbera Îran ê pênc endamên herdemî yên Civata Ewlekarîya N.Y li gel Alman, yan gropa 5+1, di nav salekê de.

Raportên dengûbasan dibêjin alîyan herwesa pêdagirtin ser qazanca danûstanên du alîyane.

Tehranê rûbirûya toleyên aborî yên Rojavayê bûye, bi sedema Rojava hizir dike Îran dixwaze bombeya navokî çêke. Lê, Îran dibêje, bernameya wê ya jibo mebestên aştîyanê ye.

XS
SM
MD
LG