Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Austuralya Dê Şîyanên Muşekên Hîpersonîk Pêş Bixe


Li gorî nexşeyek nûvekirî, balafirên şer yên Austuralyayê dê heta sala 2024an, sê sal zûtir ji plansaziyê, bi mûşekên pêşkeftî yên asmanî bo erdî yên ku li Amerîkî têne çêkirin bihêne çekdar kirin. Dîsa 5 sal zûtir ji plansazîyê keştî û wêrankerên wê yên deryayî dê heta sala 2024an bi mûşekên ku ji alîyê Norwêcê ve hatî çêkirin bihên barkirin.

Austuralyayê her wiha plan heye ku di bin projeyên berevaniyê yên nû da mûşekên xwe yên nifşê nû, yên hîpersonîk jî di nav da, çêbike.

Hem Çîn û hem jî Rûsyayê cureyên pêşkeftî yên mûşekên hîpersonîk ceribandine. Ew mûşek dikarin bi lez û bez li armancên dûr bixin û sîstemên leşkerî yên heyî nikarin wan bi sanahî ravestînin.

Herwiha ew mûşek dikarin çekên navokî jî hilgirin.

XS
SM
MD
LG