Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Australya bi Belavbûna Korona Vegera Hemwelatîyan Kêmtir Dike


Serokwezîrê Australya Scott Morrison îro Înê ragihand ku ewê jibo kontrolkirina belavbûna vîrusa korona, hejmara hemwelatîyên ku bikarin ji dewletên din vegerin welêt kêmtir bikin.

“Dengûbasên ku ji Victoria tên me bi berdewamî dixe rewşeke xembar,” Morrison li bajarê Canberra ji nûçegîhanan re got.

Îro Înê li istana Victoria 288 pêketinên nû yên korona hatine ragihandin ku ew jî di hejmara pêketinên rojane de rekor e û tirsa belavbûna vîrusê ya bi rêka civakê pirtir dibe.

Karbidestên saxlamîyê didin zanîn ku piranîya tûşbûnên nû bi rêya kesên ku ji dervê vegerîne Australya pêk tê.

Hikûmeta Australî ji meha Adarê vir ve tenê destûr da hemwelatî û rûniştvanên wê yên qanûnî ku bikaribin vegerin welêt û heta niha 357,000 kes vegerîne wî welatî.

Li gor biraya nû, Australya di nava hefteyekê de wê tenê rê bide vegera 4,175 kesan.

Herwiha, divê ew kes ji berikên xwe heqê karantîna mecbûrî ya 14 rojan ya li otelekê bidin ku heta niha hikûmet lêçûnên wî radikir ser xwe.

XS
SM
MD
LG