Raportên fermî yên mediyayê ragihandin ku Wezîrê Bervaniya Amerîka Lloyd Austin roja Yekşemê bo yekemîn car, bi serdanekê gihaye Kabul paytexta Afganistanê, serdan di wî çaxî pêk hat ku pirs derbarê dema mana hêzên Amerîkî li wî welatî tê kirin.
Radio û televixziyonên ser bi dewleta Afganistanê ve TOLO ya navdar got ku Wezîrê Berevaniyê Austin ji Hindistanê gehiştîye Kabul.
Tê çaverê kirin ku hevdîtinan li gel berpirsên sereke yên Afganistanê pêk bîne, di nav de serokê welat Aşraf Xanî(Ghanî).
Di hevpeyvîna hefteya borî de ya serok Joe Biden bi kenalê ABC News re, gotbû "Pir zore" ku Amerîka soza vekişandina hêzên xwe ji Afganistanê heta 1ê Gulanê pêk bîne. Lê wî gotbû, eger ku dema herî dawî ya dirêjkirinê ya ku di navbera herdu aliyan de di sedrema serokê berê Donald Trump û Tevgera Talîbanê de hatbû îmze kirin pêk neyê jî, "Dê gelek dirêjtir nebe".
Roja înê Talbînê hişyarî dabûn derbarê derencamên eger ku Amerîka pêgiriyê bi dema dawî neke, ya vekişandina hêzên xwe ji Afganistanê.
Suhail Shaheen endamê şanda Talîban ya diyalogê gotbû rojnamevanan, eger ku Amerîka piştî 1ê Gulanê bimîne "ev tê wateya şêwek ji yên binpêkirina peymanê, ev binpêkirin ne ji aliyê me daye,..Dê reaksyon derbarê binpêkirina wan hebin".
Austin li gel Aşraf Xanî û fermandarê giştî yê artêşe Yasin Zia yê ku vê hefteyê weke Wezîrê Berevaniyê yê Karbirêvebir hatîye wezîfedar kirin bicive.
Washington derbarê peymana sala par ya ku, serokê berê Donald Trump li gel Talîbanê îmza kirî, gav paşda avêtin.
Destpêka vê mehê, Wezîrê Derve yê Amerîka Antony Blinken bi nameke tûnd Aşraf Xanî hişyar kirbû û gotbû, gelek giringe aştiya li Afganistanê pêk bihê û gotbû hemî bijrde li ser masê hene. Herwiha hişyarî dabû û gotbû ku dibe Talîban serkeftinên herêmî bidest bixe eger ku Amerîka û hêzên NATO ji Afgansitanê vekişin.
Amerîka salane 4 milyar dolaran bo piştevaniya hêzên niştîmanî yên ewlekariya Afganistanê di mezêxe.