Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Austin jibo Nîşandana Piştgirîya Amerîka Serdana Ukrayna Dike


Wezîrê Berevanî yê Amerîka Lloyd Austin îro Duşemê seba piştgirîya jibo Ukrayna û danûstandinên bi rêberên Ukraynî re serdana Ukrayna kir.

Ev serdana Austin ya li Ukrayna berê nehatibû ragihandin.

Pentagonê dîyar kir ku Austin wê ser têkoşîna Ukrayna, biryarderîya Amerîka ya ser alîkarîya jibo Kîevê û girîngîya têkoşîna hêzên Ukraynî jibo Washingtonê axaftinekê bike.

Serdana Austin di vê demê de tê ku Amerîka çend roj berê jibo Kîevê alîkarîyeke nû ya 425 mîlyon dolarî ragihandibû.

Karbidestên Kîevê îro Duşemê radigihînin ku di êrîşên dawî yên dronî yên Rûsya de li paytextê bi kêmî ve 1 kes birîndar bûye.

Bajarvanê Kîevê Vitali Klitschko ji Telegramê got ku enqazên dronên ji alîyê berevanîya esmên ve hatine xistin zarar dane çend avahîyan.

Serokê Rêvebirîya Leşkerî ya Kîevê Serhii Popko ji Telegramê dîyar kir ku êrîşên dawî bi dehan dronan li dar ketine, lê tevahîya wan dronan hatine pûç kirin.

Dronên Rûsî li başûrê Ukrayna jî êrîş birin ser Mykolaiv.

Walîyê Mykolaivê Vitalii Kim îro Duşemê got ku berevanîya esmên bi şev 3 dron xistine.

Wezareta Berevanî ya Rûsya jî îro Duşemê ragihand ku bi şv 18 dronên Ukrayna hatine xistin.

Karbidestên Rûsî dîyar dikin ku di êrîşên dawî de ti mirin, birîndarbûn û xisar çênebûye.

Jêder: Reuters, VOA

XS
SM
MD
LG