Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Austin Dibêje Bakhmut Cîhekî Sembolîk E


Wezîrê Berevanî yê Amerîka Lloyd Austin îro Duşemê got ku Bakhmut ya li rojhilata Ukrayna ji girîngîya operasyonê zêdetir sembolîk e.

Austin dîyar kir ku hêzên Rûsî Bakhmutê bi dest bixin jî ew nayê wê wateyê ku Moskow di hewlên xwe yên şer yên salekê de jinûve pêşve çûye.

‘’Bi nêrîna min ew ji nirxeke stratejîk û operasyonî pirtir sembolîk e. Em niha nikarin bibînin ku hêzên Rûsî wê Bakhmutê bi dest bixin yan ne," ’’ Austin di serdana Urdunê de got.

Şerû Rûsya û Ukrayna par di Sibata 2022yan de destpê kir.

Amerîka û hevbendên wê yên Rojavayî di şerê Rûsya û Ukrayna de bi Kîevê re ne.

Jêder: AFP

XS
SM
MD
LG