Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Austin: Emê Nehêlin ku El Qayde Careke Din Vegere Afganistanê


Wezîrê berevanî yê Amerîka Lloyd Austin
Wezîrê berevanî yê Amerîka Lloyd Austin

Wezîrê Berevanî yê Amerîkayê Lloyd Austin îro Pêncşemê got ku El Qayde ya tundrê dikare careke din li Afganistanê bi hêz bibe.

Austin ev axaftin li preskonferansekê de li paytexta Kuweytê, di dema serdana xwe ya çar roji bo welatên Kendavê kir.

Wî da zanîn ku Amerîka amade ye ku rê li ber vegera el Qayde li Afganistanê bigire da ku gefeyê li Amerîka neke.

“Civaka navnetewî bi tevahî li wê yekê temaşe dike ku gelo el Qayde karîn heye ku careke din li Afganistanê hêzdar be. Xwezaya el Qayde û DAIŞ ew e ku her hergav hewil didin cihekî ji xwe re bibînin da ku xwe jinûve ava bikin, çi li wir be, çi jî li Somalê, yan jî li çi cihekî din yê bê desthilat. Ez bawer dikim ku ev xwezaya wê rêxistinê ye.”

Talîbanê di dema desthilatdarîya xwe ya di navbera salên 1996 û 2001'ê de, cihekî ewle ji el Qayde re pêşkêş kiribû. Piştî êrîşên 11'ê Îlonê li Amerîkayê, hêzên Amerîkî derbazî Afganistanê bûbûn û piştî ku Talîbanê qebûl nekiribû rêberên el Qayde radest bike, ew ji desthilatê avêtibûn.

Austin eşkere kir ku Amerîka ji Talîban re zelal kiriye ku ewê nehêle el Qayde careke din Afganistan wekî bingeh bi kar bîne.

Di rêketina meha Sibata 2020'ê ya bi rêvebirîya berê ya Trump, Talîbanê soz dabû ku piştgirîya el Qayde û komên din yên tundrê neke ku gefeyan li Amerîka dikin. Lê, karbidestên Amerîkî bawer dikin ku Talîban hîn peywendîyên xwe bi el Qayde re didomîne.

Welatên Kendavê yên Ereb jî di nav de, gelek welat xembar in ku vegera Talîbanê ya ser desthilatê rê li ber bihêzbûna bandora el Qayde veke.

Lê, Austin piştrast ku leşkerîya Amerîka, bi bikaranîna çavdêrîyê û êrîşên esmanî, dikare rê li ber metirsîya el Qayde û komên din yên tundrê li Afganistanê bigire.

Lê, wî dîyar kir ku bê hebûna leşkerên Amerîkî û tîmên dezgehên zanyarî li Afganistanê ew kar wê dijwartir be.

Hêjayî bîrxistinê ye ku El Qayde dema ku di 11'ê Îlona 2001'ê de êrîşên terorîstî biribûn ser Amerîkayê, Afganistan wekî bingeh bi kar anîbû.

Di 20 salên şerê Amerîkayê li Afganistanê de, el Qayde bi giştî hatibû lawaz kirin, lê niha dîsa jî tirs heye ku ev grûp bi hatina Talîbanê ya ser desthilatê careke din vegere wî welatî.

XS
SM
MD
LG