Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Pentagon Gotina Austin ya Ser Hejmara Kuştîyên li Gaza Serast Kir


Wezîrê Berevanî yê Amerîka Lloyd Austin roja Pêncşemê li Kongresê da zanîn ku Îsraîlê ji 7’ê Cotmehê vir ve li Gaza pirtir ji 25,000 jin û zarok kuştine, lê Pentagonê piştre gotina wî serast kir.

Austin di rûniştineke Kongresê de li ser pirsa, ji alîyê Îsraîlê ve çend jin û zarok hatine kuştin, got ku pirtir ji 25,000.

Berdevika Pentagonê Sabrina Sing çend saetan piştî bersîva Austin, got ku wî hejmara texmînî ya Wezareta Saxlemî ya Gaza gotiye û dîyar kir ku wezîrê berevanî behsa tevahîya hejmara Filîstînîyên kuştî kiriye.

Singh dîyar kir ku ew hejmara Wezareta Saxlemî ya Gaza nikarin bi awayekî serbixwe piştrast bikin.

Karbidestên saxlemî yên Filîstînî dawîya meha Çileyê dîyar kiribûn ku hejmara kuştîyan ji 25,000’î borîye û ew niha dibêjin hejmara kuştîyan 30,000 derbaz kiriye.

Li gor ragihandina karbidestên Filîstînîyan do Pêncşemê pirtir ji 100 kes dema li benda alîkarîyan bûne ji alîyê hêzên Îsraîlî ve hatine kuştin, lê Îsraîl dîyar dike ku piranîya qurbanîyan ji alîyê qamyonên alîkarîyê ve hatine kuştin.

Jêder: Reuters

XS
SM
MD
LG