Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Austin bi Rêberên Îsraîlê re Kom Dibe


Wezîrê Berevaniya Amerîka Lloyd Austin Û hervtayê wî yê Îsraîlî Yoav Gallant li Tel Aviv di kombûnê de.
Wezîrê Berevaniya Amerîka Lloyd Austin Û hervtayê wî yê Îsraîlî Yoav Gallant li Tel Aviv di kombûnê de.

Wezîrê Berevanîya Amerîka Lloyd Austin roja Duşemê piştî bi serdanekê gihişt Îsraîlê bi mebesta ku ligel karbidestên payebilind yên wî welatî kom bibe.

Austin got ku ev serdan wek erêkirina "Pêgirîya qahîm ya Amerîka bi Îsraîlê re ye, û tekezî ye li ser girîngîya parastina sivîlan (li Kerta Gazayê) ku neyên êşandin."

Karbidestê Amerîkî herwiha da zanîn ku "Ezê bi Serokwezîrê Îsraîlê, Wezîrê Berevaniya Îsraîlê û Encûmena Şer re kom bibim da ku pabendbûna Amerîkayê ya bi Îsraîlê re dupat bikim, li ser operasyonên Hêzên Berevnaiya Îsraîlê ji bo tunekirina Hamasê gotûbêj bikim û tekezîyê li ser pêwîstiya parastina sivîlan ji ziraran bikim, û kar bikin ji bo derbasbûna alîkariyên mirovî bo Gazayê."

Di daxuyaniyên berê yên derbarê şerê li Gazayê de, Austin destnîşan kiribû ku sivîl di şer de "naveroka girîngiyê" ne û hişyarî da ku eger serderiyeke baş ligel wan neyê kirin metirsiya tundrêbûna wan heye.

Wezîrê Amerîka diyar kir ku ew şîretan li Îsraîlê dike ku bi awayekî berçav çarçoveya alîkariyên mirovî ji bo Gazayê berfireh bikin.

"Di vî şerî de, xelkê sivîl navenda giraniyê ye. Eger hûn wan bixin nav destên dijmin, dê encam derkeve. Ji serketineke taktîkî bêtir dê bibe têkçûneke stratejîk," Austin got.

Berî niha jî Austin ragihandibû ku weke kes jî, daxwaz ji fermandarên Îsraîlê kirîye da ku xwe ji kuştin û birîndarbûna sivîlan dûr bixin, dev ji "gotinên bêberpirsiyarî" berdin, û pêşî li tundûtûjiya Îsraîlîyên Wargehan li Kenara Rojava bigirin.

"Ji ber vê yekê min her tim ji rêberên Îsraîlê re eşkere kir ku parastina sivîlên Filistînî yên li Gazayê berpirsyariyeke exlaqî û pêwîstiyeke stratejîk e."

Dibe ku roja Duşemê Encûmena Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî deng li ser pêşniyarekê bide ku tê de bang li Îsraîl û Hamasê dike rê bidin alîkariyên di rêya bejahî, deryayî û esmanî re derbasî Kerta Gazayê bibin û mekanîzmeke Neteweyên Yekbûyî ji bo çavdêriya gihandina alîkariyên mirovî ava bikin.

Dîplomatan roja Duşemê ji Reutersê re got ku çarenûsa pêşniyar biryarê girêdayî "diyaloga di navbera Amerîka ku mafê vetoyê di Encûmena Netewên Yekbûyî de heye û Mîrgehên Erebî (Îmarat) ya ku naveroka pêşniyar biryarê amade kirîye."

Şer li Gazayê gûr bû, piştî êrîşên milîtanên Hamasê yên 7'ê Cotmehê ser Îsraîl, ku li gorî rayedarên Îsraîlê 1200 kes ku piraniya wan sivîl û di nav wan de jin û zarok jî hebûn hatin kuştin û nêzî 240 kes jî hatbûn revandin, Amerîka û hin welatên din Hamasê weke tevgereke terorîst binav dikin.

Îsraîl soz da ku "Hamasê tune bike" û êrîşên esmanî yên tund li ser Gazayê pêk anîn, ligel operasyonên leşkerî yên bejayî yên ku di 27'ê Cotmehê de dest pê kiribûn, li gorî rayedarên tenduristiyê yên Gazayê, heta niha nêzîkî 19,000 Filistînî, ku piraniya wan jin û zarok in, hatine kuştin.

Jêder: Reuters/Alhurra

XS
SM
MD
LG