Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Austin di Preskonferansa Pêşî de Ser Afganistanê Axifî


Wezîrê Berevanî yê Amerîka Lloyd Austin piştî dest bi wezîrîyê kir cara pêşî preskonferansek li dar xist.

Lloyd Austin di preskonferansa xwe ya pêşî de ser Afganistanê axifî.

Austin dîyar kir ku pêşxistina aştîyê û vekişandina leşkerên Amerîkî yên li Afganistanê girêdayî kêmbûna êrîşên Talîbanê ye.

Wî li Pentagonê ji rojnamegeran re got ku ‘’Divê tundûtûjî demûdest kêm bibe.’’

Wezîrê Berevanî dîyar kir ku rêvebirîya Serok Joe Biden bo plana li Afganistanê bi awayekî baldar nirxandinê dike.

Leşkerên Amerîka bi qasî 20 sal in li Afganistanê ne. Niha li 2500 leşkerên Amerîkî hene û Austin da zanîn ku ewê ‘’demûdest’’ venekişin.

Rêvebirîya Serokê berê yê Amerîka Donald Trump par van çaxan bi Talîbanê re li hev kiribû ku li gor peymanê divê heta 1’ê Gulanê ya 2021 ti leşkerê bîyan li Afganistanê nemîne.

Talîbanê jî li gor peymanê biryar dabû ku êrîşên dijî hêzên Amerîkî rawestîne, bi hikûmeta Afgan re dest bi danûstandinên aştîyê bike û peywendîyên bi El Qayde û komên din yên tundrê re qut bike, lê Austin da zanîn ku wê rêxistinê peyman pûç kiriye.

Serok Joe Biden di axaftina xwe ya li Konferansa Ewlekarî ya Munîhê de ser vekişîna ji Afganistanê ti gotin nekir û dîyar kir ku ewê li wî welatî piştgirîyê bidin peyvajoya aştîyê.

XS
SM
MD
LG