Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Austin: Amerîka Dixwaze Kanîna Leşkerî ya Rûsya Qels Bibe


Hevditîna Wezîrê Derve yê Amerîka Antony Blinken û yê Berevanî Amerîka Lloyd Austin bi serokê Ukrayna Volodymyr Zelenskyy re,Kîev, Ukrayna 24 Nîsan, 2022
Hevditîna Wezîrê Derve yê Amerîka Antony Blinken û yê Berevanî Amerîka Lloyd Austin bi serokê Ukrayna Volodymyr Zelenskyy re,Kîev, Ukrayna 24 Nîsan, 2022

Wezîrê Berevanî yê Amerîka Lloyd Austin îro Duşemê ragihand ku Amerîka dixwaze kanîna leşkerî ya Rûsya qels bibe.

Austin, piştî serdana xwe ya Kîevê got ku armanca wan ew e ku Rûsya wê nikaribe êrîşeke din pêk bîne.

"Em dixwazin bibînin ku Rûsya heta astekê qels bûye ku care ke din nikaribe kiryarên wek dagirkirina Ukrayna dubare bike."

Wezîrê Derve yê Amerîka Antony Blinken û Austin do Yekşemê serdana Ukrayna kirin û li Kîev ya paytext bi serokê Ukrayna Volodymyr Zelenskyy û karbidestên wî welatî re civîn.

Austin û Blinken piştî serdana Kîevê li Polonya preskonferansek li dar xist û derbarê serdanê axifîn.

Austin herwiha dîyar kir ku Ukrayna dikare di şerê dijî Rûsya de bi ser bikeve, ger alavên wê yên xurt û rast hebin.

"Gava yekê ya serketinê, bawerkirina ji xwe ye. Jiber vê yekê ew bawer dikin ku em dikarin bi ser bikevin; ger alavên Ukrayna yên rast, piştgirî ya rast hebe."

XS
SM
MD
LG