Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Austin Bang li Tirkîyê Dike ku Muşekên S-400 ji Destên Xwe Derxe


Wezîrê Berevanî yê Amerîka Lloyd Austin û hevtayê wî yê Tirk Hulusi Akar bi rêka telefonê axifîn.

Wezareta Berevanî ya Amerîka (Pentagon) bi daxuyanîyekê ragihand ku Austin û Akar ser S-400’an jî axifîne û wî ji wezîrê Tirk xwestiye ku ew sîstema Rûs ji destê xwe derxin.

Li gor daxuyanîya Pentagonê, Austin û Akar bo ‘’peywendîyên dualî yên ser berevanîyê’’ û ‘’ewlekarîya hevbeş ya di bin banê NATO’’ de peyivîne.

Daxuyanî dide zanîn ku Austin jiber rola Tirkîyê ya li Afganistanê ya ser peyvajoya aştîyê spasîya Akar kiriye.

Her du wezîr ser kêmkirina girjîya li rojhilata Derya Sipî, danûstandinên di navbera Yunanistan û Tirkîyê de jî peyivîne.

Wezareta Berevanî ya Tirkîyê jî dîyar kir ku Austin û Akar ser ewlekarî û hevkarîya berevanîyê axifîne.

Wê wezaretê di daxuyanîyê de ser S-400’an ti şirove nekir.

XS
SM
MD
LG