Wezîrê Berevanî yê Amerîkî Lloyd Austin ferman da karbidestên Pentagonê ku bo kêmkirina hejmara kuştiyên sivîl di encama êrîşên leşkerî de reforman bikin.
"Parastina sivîlan bi awayekî bingehîn bi xebitandina hêza bi bandor, kêrhatî û biryarane bo giheştina berjewendîyên neteweyî yên Amerîkî girîng û rekûpêk e," Austin di fermanê got.
Austin dîyar kir ku ew pêdîvîyeke stratejîk û exlaqî ye.
Wî 90 roj da karbidestên Pentagonê ku planekê amade bikin ku meriv çawa dikare di operasyonên şer de, kuştî û birîndarên sivîl kêm bike û rê li ber wan bigire.
Austin herwiha da zanîn ku tecrubeyên li Afganistan û Îraqê derfetê dide ku ew dersan derxinîn û bi awayekî sîstematîk zîyanên sivîlan kêm bikin.
Ev biryara wezareta berevanîya Amerîka piştî gelek bûyerên kuştinê yên nerewa, hat dayîn.
Di bûyera herî dawî de 7 ji wan zarok, 10 kes di êrîşeke dronî ya Kabulê de, di Tebaxa 2021'an de bi şaşitî hatibûn kuştin.
Hevdem, rojnemaya The New York Times jî ragihandibû ku di Adara 2019'an - di rojên dawî yên şerê dijî rêxistina Dewleta Îslamî (DAIŞ) de, di encama bombebaranekê de nêzî 70 sivîl hatibûn kuştin.
NY Times gotibû Pentagon berpirsî û lêpirsîna wê bûyerê qebûl nekiriye.
Pentagonê di derbarê sedemên mirina sivîlan û pêvajoyên revebirina wan bûyeran ji hêla leşkerîya Amerîka lêkolînek kiriye.
Hevdem, Rand Corp ku ji hêla Pentagon ve hatiye erkdar kirin ku jî zararên sivîl yên di operasyonên leşkerîyê de agahîyan berhev bike.
Pispor dibejîn ku wezîr Austin ligor encamên vê lekolîn û raportên Rand Corp ev biryar daye.