Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Austin: Ukrayna Dikare Dijî Rûsya bi Ser Keve


Wezîrê Berevanî yê Amerîka Lloyd Austin got Ukrayna dikare dijî Rûsya bi ser keve.

Austin da zanîn ku ew bi ti awayî nikarin Rûsya jiber dagirkirina Ukrayna bipejirînin.

Wî da zanîn ku berxwedana Ukrayna peyameke girîng daye seranserê cîhanê.

Wezîrê Derve yê Amerîka Antony Blinken û Austin di dawîya hefteyê de serdana Kîev ya paytexta Ukrayna kiribûn û bi karbidestên wî welatî re kom bûbûn.

Blinken jî piştî serdanê gotibû Ukrayna dijî Rûsya bi ser ketiye û dabû zanîn ku Moskow di armancên xwe de têk çûye.

XS
SM
MD
LG