Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Australyayê Sê Erdhej Çê Bûn


Zîyanên piştî erdhejan.

Sê erdhej li wîlayeta Victoria li Australyayê da. Bandora wan li seranserî başûrê rojhilatê welêt hate dîtin.

Di encama vê erdhejê de avahî û rê wêran bûn, lê heta niha birînên cidî yan jî mirin jiber van erdhejan nehatine ragihandin.

Erdheja yekê bi hêza 5.9 demjimêr 9:15ê sibehê bi dema xwecihî li Parka Alpine ya Niştimanî li devera Mansfield ya Victoria çê bû.

Geoscience Australia, ajansa zanistî ya hikûmetê, got ku “reng e ew erdhej ya herî mezin be ku li rojhilatê Australyayê ji dema hatina Ewrupîyan hatîye tomar kirin.”

Du erdhejên din bi hêza 4.0 û 3.1 piştî ya yekê bi demeke kurt li deverê çê bûn.

Li deverên heta bi Sydney û Canberra jî, rûniştvanan got wan bi erdhejan hest kir. Desthilatên Australî dibêjin ti metirsîya derketina lehî û tsunamî tune ye.

Hêjayî gotinê ye ku salane dora 100 erdhej li Australyayê tên tomar kirin. Lê piranîya wan bi hêzên qels in.

XS
SM
MD
LG