Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

NY Banga Çereserkirina Rewşa Penaberên Li Australya Dike


.

Ajansa Neteweyên Yekgirtî ya Penaberan bang li hikûmeta Australî dike ku çereseriyekê bibîne ji bo kirîza bi sedan penaber li wir.

Ajans hikûmetê tawanbar dike ku ew ji berpirsiyariya xwe direve li dor parastina 800 penaber li girava Manus.

Peyvdara ajansê Cecile Pouilly dibêje kîn û dijminahiya xwecihî li dijî penaberan bilind e û hîn jî bilind dibe.

Wê ji Dengê Amerîka re got pêwîste desthilatdarên Austarlî vê pirsgirêkê çareser bikin.

Raportên tenduristî yên vê dawiyê, diyar dikin ku rewşa derûnî ya penaberan têk diçe bi sedema tirs û gumana wan li dor siberoj û çarenûsa ne diyar.

XS
SM
MD
LG