Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Australya 7 Cîhadîyên Berguman li Firîngeha Sydney Desteser Dike


Serokwezîrê Australya Tony Abbott
Serokwezîrê Australya Tony Abbott

Karbidestên Australî dibêjin, wan 7 kes desteser kirin ku xuya bû jibo tevlîbûna komên tundrê diçûn Rohilata Navîn.

Serokwezîrê Australya Tony Abbott îro Pêncşemê got, “"Australîyên genc" li firîngehekê hatin sekinandin, dema wan bizava revîna ji welêt dikir, lê wî hurgilî neda ku ew ber bi kîjan dewletê ve diçûn.

Karbidest heta niha dîyar nekiriye ku nasnameya ew 7 kesên girtî û zayende wan çi ye û ew çend salî ne.

Wezîrê Koçberî û Parastina Tixub Peter Dutton piştrast kir ku bûyer, di 12ê Tebaxê de li Firokexaneya Navnetewî ya Sydney qewimî.

Dutton bi bîr xist ku li gor qanûna terorê ew nikarê pirtir pêzanînan bide bîragiştî.

XS
SM
MD
LG