Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Australya jiber Alozîyê Hêzên Xwe Dişîne Giravên Solomon


Dîmeneke ji xwepêşandanên li paytex Honiara ya Giravên Solomon
Dîmeneke ji xwepêşandanên li paytex Honiara ya Giravên Solomon

Serokwezîrê Austuralya Scott Morrison îro Pêncşemê ragihand ku hikûmeta wî hêzeke ku ji 100 polîs, leşker û karmendên dîplomatîk pêk tê, şandiye Giravên Solomon.

Morrison got ku serokwezîrê Giravên Solomon Manasseh Sogavare alîkarî xwestiye, jiber ku xwepêşanderên dijî hikûmetê li wir fermana qedexeya derketina derve, red dikin û îro du rojên xwepêşandanan dikin.

Wî destnîşan kir ku rola Austuralya "avakirina aramî û ewlehîyê ye."

“Ne armanca hikûmeta Austuralya ye ku bi ti awayî destwerdana karûbarên navxweyî yên Giravên Solomon bike. Ev bo çareserîya wan e," Morrison got.

Li paytex Honiara ya Giravên Solomon du rojên nêzî 1000 xwepêşander kom dibin û jiber gelek pirsgirêkên navxweyî daxwaza karvekişîna Sogavare dikin.

Serokwezîr Manasseh Sogavare piştî xwepêşandanan ji şeva Çarşemê heta şevaa Înîyê qedexeya derketina derve, ragihand.

Xwepêşanderan li taxa Chinatown ya paytext Honiara agir pêxist û hewil da ku bigirin ser parlementoyê.

XS
SM
MD
LG