Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Polîsê Nemsa Sê Kesan Bi Gumana Plankirina Êrîşekê Digre


Polîsên Nemsayê roja Yekşemê ragihand ku wan sê kesên genc girtine, di nav wan de kesekî 14 salî, jiber plankirina êrîşekê ser meşeke hevregezxwazan li Viyenaya paytext.

Li gor ajansa zanyarîyên xwecihî, kesên temen 14, 17 û 20 salî ku dixwestin êrîşê pêk bînin dilxwazên rêxistina Dewleta Îslamî, anku DAIŞ, bûn.

Berpirsê ajansa zanyarîyên xwecihî ya Nemsayê Omer Haijawi-Pirchner ji rojnamevanan re got ku ti metirsî li ser kesên beşdarî meşa roja Şemîyê bûn, nebû.

Wezareta navxweyî ya Austrayayê di daxuyanîyekê de got ku van kesan piştgirîya xwe bo DAIŞ li ser înternetê nîşan dida û naveroka tundrê belav dikir. Di vê çarçoveyê de, bergumanan bal da ser meşa hevregezxwazan wekî armanceke pêkan jibo êrîşekê, wezaretê ragihand.

Dema ku polîs roja Şemiyê girt ser du avahîyan, wan hinek çek û belgeyên li dijî hersê welatîyên bi regez Bosnayî û Çeçan peyda kirin. Yek ji wan berê jî li cem polîs naskirî bû. Li gor polîsan, bergumanan plan dikir ku yan kêran yan jî trimbêlan di êrîşê de bikar bînin.

Di meşa roja Şemîyê de li Viyenayê 300 hezar kes beşdar bûn jibo piştgirîya mafên hevregezxwaz û kesên din yên ku bi navê LGBTQ tên nasîn.

Çavkanî: AFP

XS
SM
MD
LG