Hunermenda kurd Ava Naz ku li eyaleta Michigan / Mişîgan dijî, bi awayekî hestyar rojane tabloyên hunerî bi rengê avî durist dike , da ku bi wan jiyana xwe aram û geş bike.
Ava bi xwe li bajarê Zaxo ji dayik bûye, lê belê ji ber şerê hikûmeta Îraqê di dema Sedam Hisên de li dijî kurdan, ew û malbata xwe koçberî Îranê bûn û piştere di sala 1998an de berê xwe dan Şamê paytexta Sûriyê.
Li Şamê Ava hin hunermendên kurd naskir û hezkirina wê zêdetir bû ji hunerê re lê belê ji ber rewaş jiyana koçberiyê, wê destpê nekir.
Di sala 2005an de tevlî malbata xwe li Amerîka bicî bûn û jiyana xwe destpê kir.
Nuha ew û hevjînê xwe li Mişîgan dijîn.
Ava xwendina hunerê nekiriye lê belê bi behreya xwe û hezkirina xwe karîbû gavên pirr baş bavêje û xwe hînî reng û teknîkên hunerê bike.
Piraniya berhmên wê rengê avî ne, û ew bêtir li ser riwên mirovan kar dike .
Dibêje ku bi wan wêneyan re dikare nêzîkî jiyanê bibe û bi hunera xwe jî hestekî cuda bide wan kesan.