Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Avusturya Dixwaze Navendên Şemitînê û Dibistanan Vekirî Bihêle


Serokwezîrê Avusturya Sebastian Kurz
Serokwezîrê Avusturya Sebastian Kurz

Serokwezîrê Avusturya Sebastian Kurz îro Sêşemê ragihand ku tevî ku ew hewl didin ku rêjeya bûyerên vîrusa korona kêm bikin, bi armanca piştgirîya sektora turîzmê ew dixwaze vê zivistanê hem navendên şemitînê û hem jî dibistanan vekirî bihêle.

Serokwezîr Kurz di seredana Slovenya de got ku hikûmet dê her tiştî bike da ku şemitîna ser berfê ewledar were kirin.

Navenda şemitînê Ischgl ya Avusturyayê di destpêka pandemî ya di Adarê de bûbû navendeke zûtirîn ya belavbûna vîrusa korona ya Ewrûpayê.

Ajansa Çapemenî ya Avusturya ragihand ku Sebastian Kurz da zanîn ku divê ew hewl bidin ku li her qadên jîyana xwe jîyanek herî normal bimeşînin.

"Turîzma zivistanê û şemitîn dê mimkin be," Kurz got.

Li ser pirsa gelo dibe ku navendên şemitînê werin girtin da ku dibistan dirêjtir vekirî bimînin, Kurz ragihand ku ew naxwaze ku dibistan û aborî dijberîya hevûdu bikin."

Kurz dîyar kir ku bûyerên piştî şemitînê dê bi şêwaza berê ne mimkin be, lê hûrgulî neda.

XS
SM
MD
LG