Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Avusturya Hatina Wezîrê Tirk ya Bo Civînekê Qedexe dike


Wezîrê Aborî yê Tirkîyê Nîhat Zeybekçî
Wezîrê Aborî yê Tirkîyê Nîhat Zeybekçî

Wezareta derve ya Avusturî ragihand ku hikûmeta Avusturya qedexe kir ku Wezîrê Aborî yê Tirkîyê Nîhat Zeybekçî bo civîneke salvegera darbeya leşkerî ya sala borî, têkeve wî welatî.

Daxuyanî got ku bernameya plankirî pir mezin bû û seredan jibo nîzama civakî û ewlekerîya Avusturya xeterî ava dikir. Demûdest ji Tirkîyê ti şîrove nehatin.

"Ez dikarim piştrast bikim ku Wezîrê Derve Sebastian Kurz qedexe kir ku wezîrê ekonomî yê Avusturya têkeve nav welêt," berdevkê wezareta derve ji Radyoya ORF re ragihand.

Avusturya yek ji endamên herî rexnegir ya Yekîtîya Ewrupa ye ku nerazîbûna xwe ya ser eciqandin û tepeserkirina hikûmeta Tirkîyê ya piştî hewila darbeya leşkerî, bi zimanekî bilind eşkere dike.

Hefeya borî jî Hollanda ragihandibû ku ew xêrhatina Cîgirê Serokwezîrê Tirkîyê Tugrul Turkeş nake ku jibo salvegera darbeya sala borî were wî welatî.

Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan jî hefteya borî gilî kiribû ku Almanya bi destûrnedana axaftina wî, gora xwe dikole.

XS
SM
MD
LG