Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serokwezîra Avusturya Faymann Dest ji Kar Berda


Serokwezîrê Avusturya Werner Faymann îro karvekêşana xwe da, bi sedema ku wî piştgirîya partîya xwe, Partîya Sosyal Demokratan hinda kiriye.

Faymann ê 56 salî ku serokê hikûmetê dikir, daxuyanîya karberdanê ya neçaverêkirî îro li paytaxt Vîyana da.

Faymann ji alîyê serokomarê Avusturya ve bo posta serokwezîrîyê hatibû destnîşan kirin, piştî tekçûna hilbiartinê ya meha borî di bin giwaştinê de bu dest ji kar berde.

Partîya Azadî ya dijî koçberan di gera yekê ya hilbijartina seroktîyê de %36 dengan wergirtibû û berbijarê Partîya Sosyal Demokratan ji rêza duyê ji dawîyê hatibû.

Hêjayî gotinê ye Faymann ji sala 2008an vir ve serokwezîrîya Avusturya dikir.

XS
SM
MD
LG