Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Ayhan Bîlgen: Pirsgirêka Kurd Pêşî li Demokrasîya Tirkîyê Digire


Ayhan Bîlgen di civînekê de xuya dibe

Parlamenter û bajarvanê berê yê HDP’ê Ayhan Bîlgen piştî ku ji girtingehê derket, dest bi xebatên partîyeke nû kir.

Bîlgen dibêje ku ewê valahîyeke girîng tijî bikin û pirsgirêken Tirkîyê jî bi têgiheştineke nû bidin pêşîya xwe.

Jibo çareserkirina pirsgirêka Kurd jî Bîlgen dibêje ku divê pirsgirêka Kurd jinûve were xwendin.

Bîlgen li Tirkîyê di hilbijartinên sala 2015’an de du cara wek parlementerê HDP’ê hate hilbijartin.

Bîlgen bidor endamtîya Desteya Rêvebirîya Navendî ya HDP’ê, Cîgirîya Hevseroktîya HDP’ê, Serokê Cîgirê Koma HDP’ê kiribû û bûbû berdevkê wê partîyê. Ew hîn jî bi awayekî fermî endamê HDP’ê ye.

Bîlgen, di Hilbijartina Şaredarîyê ya sala 2019’an de ji HDP’ê wek bajarvanê Qersê hatibû hilbijartin. Ew di 2yê Cotmehê 2020’an de jî hatibû girtin û li şûna wî ve qayum hatibû danîn.

Bîlgen piştî ku ji gitingehê derket çalakîyeke nû da pêşîya xwe û rêya xwe ji HDP’ê veqetand û ana li ser damezirandina partîyeke nû kar dike. Emê jî li ser van xebatên wî, çareserkirina pirsgirêka Kurd û endamtîya wî ya HDP’ê gotûbêj bikin.

Birêz Bîlgen di rojên borî de eşkere bû ku hun ser partîyeke sîyasî kar dikin. We di sîyasetê de çi valahî dît ku dixwazin partîyeke nû damezirînin?

Li Tirkîyê xetimandina sîyasî pir eşkere ye. Ez vê dikarim bi du şêwazî nîşan bidim: girseyeke girîng niha xwe li derî partîyên heyî didin hês kirin. Heke pîşkarê sîyasetê civak e û civak jî ji vê sîyasetê ne razîye wê gavê ev jî nîşaneya valahîyê ye. Ya duyê jî nîqaşkirina karekî erkeke girîng e. Herî axir pirsgirêkên me didomin. Ne hêza desthilatîyê û ne jî şêwazê opozîsyonê neşê pirsgirêkan rast bike. Lê ev her du bi hevre valahîyekê çêdikin.

Lê, di enîya desthilatîyê û opozîsyonê de hîç behsa valahîyeke nayê kirin. Gelo kîjan valahî we dikare di nav ewqas partîyan de serketî bike?

Gava ez temaşe dikim girseyeke mezin ji şerên berê bûne alîgirên tûj. Ji partîyên xwe bêtir dilxweş in. Bi ti awayî hêla din guhdar nakin, bênfirehiya wan nemaye, xwe wek xelasker dibînin. Heke em li vê derê temaşe bikin, belê valahîyek naxuye. Her yek partîya xwe çereserî û rêberê xwe jî rizgarker dibîne. Li Tirkîyê eva hema hema % 40 e. Lê li vî welatî % 30 jî hilbijêr bêdilî deng didin. Ji partîya xwe ne kêfxweş in, bawerîya wan ji partîya xwe re tuneye, ji hevdu re hers dibin û ji desthilatê yan jî opozîsyonê re hêsr dibin. Heke alternatîfek hebe dibe ku ji van deran durkevin û ji dil dengê xwe bidin. Heke em di şibaka partîyên sîyasî de temaşe bikin valahî naxuye. Jibo ku her partî xwe wek nûnerê civakê dibîne.

Jibo damezirandina partîyê gelo we demeke dîyar kirîye an na? Hunê gaveke dîtbar çi xwet bavêjin?

Me di serî de wek platformeke kar kir. Em dixwazin di heftên pêşîya me de vê yekê zelal bikin. Eva dibe ku di nav du an jî sê mehan de şikleke bigre. Emê di nav civakê de li ser vî gengeşiyan bikin. Piştî van gengeşîyan heke pêwîstîya civakê bi partîyeke heye yan tuneye wê zelal be. Wê gavê jî heke pêwîst bê dîtin emê jî di vî warî de biryara xwe bidin. Jibo ku li Tirkîyê 129 partî hene mebesta me ne ew e ku em bibin partîya 130’yan.

Heke hun partîyê damezirînin wê nêrîna we li ser çareserkirina pirsgirêka Kurd çi be? Gelek partîyan ev pirsgirêk da pêwîya xwe lê çareserîyeke mayînde çê nebû.

Bêgûman heta îro di pirgirêka Kurd de çareserîyek çênebû. Pêwîst e ku ev pirsgirêk jibo çi nehate çareserkirin bi daneyên vê kêşeyê û bi baldarî ser were sekinandin. Li vê derê ne pratîka desthilatîyê û ne jî wêrekî û şêwazê opozîsyonê çareserîyek çênekir. Heke di hawirdorê de pirsgirêkek heye pêdivîye ku bi beştarîya hemû alîyan ser were sekinandin. Ez vê yekê dibêjim; hawîrdora pozberîyê qisekirina pirsgirêkê dijwar dike û pêşî bi demokratîkbûna Tirkîyê jî digre. Jibo vî jî pêwîste ku hemû alî bi awayekî xwe rexneyî nêzîk bibe. Lazim e em di vî warî de bi kar û barên xwe re rûbirû bin û bi hev re hesaban safî bikin. Pirsgirêka Kurd heta niha tiştê ku hatine peyîvîn na, tiştê ku nehatine axaftin gerek e ser were sekinandin.

Birêz Bîlgen, hun niha li ser partîyek nû dixebitin, lê hê jî endamên HDP’ê ne. Lê HDP ji vê helwesta we jî ne razî ye. Gelo hunê ji endamtîya HDP’ê îstifa bikin?

Sîyaset jibo min ne tiştek e ku ez rawestim. Ez gotûbêjên nav HDP’ê jî girîng dibînim. Pêwîst e hemû partîyên sîyasî ji guherînê re vekirî bin. Nîqaşên ku em dikin tenê ne li HDP’ê, lê li ser tevahîya sîyaseta Tirkîyê ne. Armanca gotûbêjên min jî ne ew e ku ez bêaramîyekê, hilhilandinekê yan jî pelixandinekê bidim ser HDP’ê. Ez naxwazim di bin çewsandinekê de karê xwe biweşînim. Heke endamtîya min etîk nayê dîtin, desteya rêvebirîya partîyê heye dikarin vê yekê binîrxînin. Ez jî heke di ramana gel de bawerîyeke wiha bibînim ezê berdim. Jibo min endamtîya fermi ne girîng e. Tiştê girîng têkoşîna civakî ye. Her kes baş dizane ku hiqûqa endamtîya min ne bi awayekî fermî yan jî formel e.

please wait

No media source currently available

0:00 0:06:03 0:00

XS
SM
MD
LG