Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Betalkirina Konserta Aynur Dogan li Tirkîyê Dibe Sedema Nerazîbûnan


Hunermanda Kurd Aynur Dogan
Hunermanda Kurd Aynur Dogan

Şaredarîya Derînce ya girêdayî Kocaelî ku dikeve bakurê rojavayê Tirkîyê û di destê Partîya Dad û Pêşvebirinê (AKP) de ye, konserta hunermenda Kurd Aynur Dogan ku jibo 20’ê Gulan’ê hatibû plankirin betal kir.

Şaredarîyê ser hesabê xwe yê Twîtter’ê sedama betalkirina konserta û bêyî ku navê Aynur Doganê destnîşan bike wiha dîyar kir :

“Di encama lêkolîna berfireh de hat dîyar kirin ku organîzekirina konsertê ya ku ji alîyê kompanîyeke taybet ve di nava sînorên navçeya me de tê lidarxistin, ne guncaw e û jiber vê yekê jî hatiye betalkirin.”

Bi vê biryara betalkirina konsertê ve girêdayî ji alîyê hin partîyên sîyasî bertekên tund hatin nişandan.

Serokê Giştî yê Partîya Gel ya Komarî (CHP) Kemal Kiliçdaroglu jî biryara betalkirinê ya ji hêla şaredarîyê ve şermezar û rexne kir.

Kiliçdaroglu bo piştgirîyê strana “Dar Hêjîrokê” ya Aynur Dogan û peyameke li ser hesabê xwe yê Twîtter’ê parve kir.

“Bi şev muzîk qedexe ye. Li şaredarîya AKP’ê muzîka Kurdî qedexe ye. Divê guhertineke qanûna bingehîn ya qedexekirina şahîyê bînin, ev bo wan baş e. Em li vî welatî azad hatine ser dine û emê azad bimirin û vê yekê baş bizane AKP,” Kiliçdaroglu got.

Serokê Giştî yê Partîya Pêşerojê Ahmet Davutoglu jî dijî biryara betalkirina konserta Dogan derket û wî jî li ser hesabê xwe yê Twîtter’ê wiha nivîsî.

“Zimanê muzîkê, zimanekî gerdûnî ye. Hûn bi kîjan sedem û çawa diwêrin muzîka Kurdî qedexe bikin! Kurdî jî wek Tirkî zimanê dayikê yê vê axê ye.”

Dîsa Hevseroka Giştî ya Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) Pervîn Buldan jî bal kişand ser qedexekirin û astengkirina şahî û çalakîyên ziman, şano û konsertên Kurdî û wê dîyar kir ku gelê Kurd wê hîn bêtir xwedî li ziman û çanda xwe derkeve.

“Her ku diçe êrîşên ser ziman, çand û hebûna Kurdan zêdetir dikin. Di dijminatîya li hemberî Kurdî de ketine pêşbirkê, Şaredarîya Derînce konserta hunermenda Kurd birêz Aynur Dogan qedexe kir. Ev qedexeya konsertê ne bes bû, vê carê jî Şaredarîya Çayirova ya Kocaelî ya AKP'ê lîstika 'Don Kixot' ya Şanoya Bajêr ya Amedê asteng kir. Walîyê Muş’ê jî konserta birêz Metîn û Kemal Kahraman asteng kir,” Buldan got.

Li alîyekî din ve jî parlementerê HDP’ê yê Kocaelî Omer Faruk Gergerlîglu jî betalkirina konserta Dogan ji wezîrê naxweyî Suleyman Soylu bi şêwaza pirsa nivîskî, pirsî.

Parlementer Gergerlîoglu bersîvên wan pirsên serekî ji wezîr Soylu dixwaze; “Jibo konserta Dogan lêkolîna berfireh çi ye û çima konsert hatiye betalkirin?

Di afîşa konsertê de piştgirîya şaredarîyê xuya dike. Lê, çima paşê ev piştgirî paşve hat kişandin?

Gelo pêvajoya hunermend Ahmet Kaya tê xwestin ku were serê hunermendên din jî?
Gergerlîoglu di derbarê betalkirina vê konsertê de hin pirsên din jî kirine û dîyar dike ku betalkirina konserta Dogan jiber ku Kurdî ye hatiye kirin.

“Di nava du rojan de du çalakîyên Kurdî hatin astengkirin. Betalkirina vê konsertê û lîstika şanoyê dide xuya kirin ku ev qedexekirina nasname, ziman û çanda Kurdî ye.”
Gergerlîoglu bawer dike ku betalkirina konsert û şanoyên Kurdî li ser daxwaza wezareta navxweyî hatine dayîn û wî balkişand ser bûyera hunermendê Kurd yê navdar Ahmet Kaya jî.

“Ahmet Kaya gotibû ku ezê klîbekî Kurdî derbixim. Lê, ew hatibû armanc girtin û dijî wî kiryarên nebaş hatibûn kirin.

Li ser vê yekê jî ew neçar mabû ku ji welat derkeve û piştre jî li warên biyanî jîyana xwe ji dest dabû. Niha jî bi vê betalkirinê bêhiqûqî konsertê hunermend Dogan tê krîmînalîze kirin. Jiber vê yekê jî mirov ji vê pêyvajoyê jî ditirse.”

Hêjayê gotinê ye ku li gor bernameya Aynur Dogan ya hatiye eşkerekirin de Dogan wê roja 22’ê Gulanê li Enqerê, 24’ê Gulan’ê li Antalya, 28’ê mehê li Îstenbul, 30 mehê li Edenê û 31’ê mehê jî li Bursayê konsertan dar bixe.

Hun dikarin tevahîya raportê ji ser lînka jêrîn guhdar bikin:

Betalkirina Konserta Hunermenda Kurd Aynur Dogan Li Tirkîye Bû Sedema Nerazîbûnan
please wait

No media source currently available

0:00 0:04:36 0:00
XS
SM
MD
LG