Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Jinên Kurd Hember Cezakirina Ayşe Gokkan Bertekên Xwe Didomînin


Ayse Gokkan
Ayse Gokkan

Dadgeha Cezaya Giran ya 9’an ya Amedê, roja Sêşemê 30 sal cezayê zindanê li Berdevka Tevgera Jina azad (TJA) Ayşe Gokkan birî.

Dadger, di runiştina nehan ya dozê de 2 caran ji endamtîya rêxistina terorê, carek jî ji sucê propagandayê, bi giştî bi 30 salan cezayê zindanê da Gokkan.

Parlamanterên jin yên HDP’ê li hember cezayê nerazîbûna xwe dîyar kir û soza xurtkirina tekoşîna jinan dan.

Parlamantera HDP’ê ya Amedê Remzîye Tosun got ku bi van cezayan dixwazin dengên jibo hebun û tekoşîna jinan tune bikin.

Parlamantera Ruhayê Ayşe Surucu jî cezakirina Gokkan bi daxuyaniyekê şermezar kir.

Berdevka Meclîsa Jinan ya HDP’ê Ayşe Acar Başaran ji Dengê Amerika re got ku bi van cezayan dixwazin bi jinan paşde gav bidin avêtin.

Gokkan wekî her caran di rûniştina dawî de li dadeghê parastina xwe bi Kurdî kir û got mafê wê yê parastina bi adil hatiye binpê kirin.

Di rûniştina 14’ê Îlonê de dadwer serokê Baroya Amedê û hemî parêzeran ji hola dadgehê bi darê zorê derxistibûn.

Başaran got ku di doza Gokkan de dadwer nehîşt ku ew û parêzer parastina hiqûqî bikin û ev ceza bi wî awayî hate birîn.

Başaran behsa tekoşîna Gokkan kir û da zanîn ku wê di rojekê de 17 caran çûye dadgehê îfade daye.

“Doza Kobanê didome û endameke meclîsa me çima ku deklerasyonek ji konferansa Jinan parve kiriye, ev yek wek sûc derxistine pêş. HDP’ê di deklerasyonê de dîyar kiriye ku li hember êrîşên desthilatîya sîstema kapîtalîst ya zilaman, jin li her qadî dê mil bidin mile hev û tekoşîn û berxwedana xwe pêş bixin.”

Başaran îdia kir ku li gor desthilatîyê ev gotin sûc e û cezayê ku li Gokkan hatiye birin hêza xwe ji vê nêrînê distîne.

Parêzerên Gokkan ragihand ku ewê îtîraza cezayê bikin, lê Başaran got ku dadgeh ne li ser navê hiqûqê, lê li ser navê desthilata sîyasî diaxifin.

KHF_10_22_2021_Gokkan_Bertek
please wait

No media source currently available

0:00 0:05:58 0:00

XS
SM
MD
LG